Seva Dawî, yekem romana helbestkar Welat Dilken e. Dilken, di vê romanê de, bi riya lehengê romanê (vebêjê romanê), panoramayekê der heqê herêma Berferêt de li ber çavan datîne û em bi pêdeçûna xwendina xwe hîn dibin bê ka Neqeba Dizan, Çiyayê Hember û Çiyayê Simê Hespê xweyîtiyeke çawa li mirovên vî warî kiriye û her wiha rengê res, ku wekî temaya bextê res û hêmayeke gistî ya romanê hatiye danîn, ji destpêka romanê ve derdikeve pêsberî me û di rêwîtiya ku em di nava xwezaya romanê de dikin de, evîna ku bi çend rengên xwe xuya dike, bi me re hevaltiyê dike.Zimanê romana Seva Dawî bi peyvên sêwezarê herêma nivîskêr mist e û ev yek jî ciyê kêfxwesiyê ye ku dê bike xwînerên ji herêmên din bikaribin bibin xwedî agahî der heqê sêwezar û Kurmanciya wê herêmê de.