Pira Navbera Axreşke U Şexan


18,00 TL
SKU 9786055279943
Yazar Bro Omeri
Yayınevi Avesta Yayınları


Kitêba Bro Omerî ya nû "Pira Navbera Axreskê û Sêxan" di nav wesanên Avesta de derket. Kitêba bîranînan ji du besan pêk tê. Besa yekem li ser nivîskar û derdora wî ye, besa duyem ji xatirayên wî yên li ser Musa Anter pêk tê.Rûpelek ji dîrokêPistî amadehî û ewlekariya rê û çûnê, ew, Xelîlê Osê û mehkûmekî bi navê Evdilkerîmê Xenodurê, digel desteyek lesker bi rê dikevin, berê xwe didin xopana bajarê Amedê, riya çûn û nehatinê. Dema digihîjin pira navbera Axreskê û Sêxan, ew pira bi nav û deng, mîna gelek cih û mexterên li Kurdistanê ku gelek ciwanmêr û kurê bavan ji layê leskeran ve bi înfaza bêdaraz dihatin kustin; ew pira ku bi xwîna serok, rêber û sêxên kurdan û hem jî ji ber serm û fediya wê dîroka xwe sor bûbû. Lesker li ber pirê radiwestiyan, ji mehkûman re digotin: "hûn herin, emê bi pey we de werin!" Dema digihîjtin ser pirê dihatin gulebarankirin.(Tanitim Bülteninden)