Piçek Jiyan Qetek Asiman


32,00 TL
SKU 9786055279783
Yazar Fawaz Husen
Yayınevi Avesta Yayınları


Romana nû ya Fawaz Husên "Piçek jiyan, qetek asiman" di nav wesanên Avesta de derket.Di "Piçek jiyan, qetek asiman" de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêsîn li desta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike. Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîsanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eskere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîsana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêsiyan dibêje "Tistê çû, mede dû", lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje "Tistê çû, bide dû" û pistî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya sewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne. "Piçek jiyan, qetek asiman" nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e.(Tanitim Bülteninden)