Kitêba bi navê "Au fond de ma barque" (Di binê kestiya min de), Le dé bleu, Paris, 2008, ji aliyê Sacha Ilitch ve hat wergerandin, bi navê "Çaryek esman bi sûn de" di nav wesanên Avestayê de derket.Seyhmus Dagtekin di axaftinek xwe de wiha dibêje: "Xewnan dîtin têr nake, dibê mirov bike" ji min re digot bavê min. Ez rabûm û min dest pê kir. Min gotinek kir devê xwe ku bikaribe bigihê dilê kesek din, ku bikaribe dilê min vebike di nav devê kesek din de."Kitêbên Seyhmus Dagtekin ên din jî ji bo kurdî tên amadekirin.Seyhmus Dagtekin - Di 1964an de li Harûn, gundek kurd li herêma Semsûrê hatiye dinyayê. Pistî xwendina xwe ya odio-vuzuelê, li Enqerê, ew di 1987an de diçe Parîsê û lê dijî. Li vir jî xwendina xwe di warê sînemayê de didomîne û di dû re xwe bi temamî dide zimanê fransizî. Dagtekin bi fransizî, kurdi û tirkî dinivîse. Piraniya kitêbên wî li ba Castor Astral hatine wesandin.(Tanitim Bülteninden)